Şerife Çetin
30 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2026
BRUKSEL (AA) - Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê hildan nav lîsteya terorê.
Kaja Kallasa Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehiyê û Têkiliyên Derva ya YEyê ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî ya şirketa Xê ya navenda wê Amerîka ye peyamek weşand.
Kallasê diyar kir ku pêkûtî dê bêceza nemîne û da zanîn ku wezîrên karên derva yên YEyê Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê wek rêxistina terorê pênase kirin.
Kallasê destnîşan kir ku ev pêngaveke biryardar e û got ku "Her rejima ku ji gelê xwe bi hezaran kesî dikuje dawiya xwe bixwe amade dike."
Kallasê di daxuyaniya berî Civîna Wezîrên Karên Derva ya YEyê ya ku li Brukselê hat lidarxistin da der barê hildana nav lîsteya terorê ya Mihefizên Şoreşa Îranê da got ku "Ev dê wan bi El Qaîde, Hemas û DEAŞê ra bîne heman pozîsyonê. Heke hûn wekî terorîstan tevbigerin divê hûn wekî terorîstan miamele bibînin."