Dinya

Yekîtiya Ewropayê êrîşa dijî nexweşxaneyê ya li Efrînê şermezar kir

Selen Temizer  | 14.06.2021 - Rojanekırın : 15.06.2021
Yekîtiya Ewropayê êrîşa dijî nexweşxaneyê ya li Efrînê şermezar kir

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Yekîtiya Ewropayê (YE) êrîşa ku li Efrîna bakurê Sûriyeyê dijî nexweşxaneyekê hat kirin û tê da gelek sivîl hatin kuştin, şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa Josep Borrellê Nûnerê Payebilind ê Polîtîkaya Têkiliyên Dereke û Ewlehiyê ya YEyê hat dayîn da wiha hat gotin, "Di 12ê hezîranê da li Efrîna bakurê Sûriyeyê dijî Nexweşxaneya Şîfayê êrîş hat kirin û personelên tenduristiyê jî di nav da di êrîşê da gelek sivîl hatin kuştin. YE vê êrîşê şermezar dike."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku êrîş bi eşkere hiqûqa însanî ya navneteweyî binpê dike, serê malbatên qurbaniyan sax be.

Di daxuyaniyê da li ser kiryarê êrîşê tiştek nehag gotin.

YPG/PKKya rêxistina terorê ji Til Rifetê êrîşî nexweşxaneya ku sivîl lê tedawî dibin, kir û di êrîşê da dergûşek jî di nav da 14 sivîl hatibûn kuştin, 32 sivîl birîndar bûbûn.

Efrîna ku YPG/PKKyê 6 salan dagir kir, bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji terorê hatibû safîkirin, lê rêxistin hê li Til Rifeta ku dikeve başûrê rojhilatê navçeyê hebûna xwe didomîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın