Dinya

Yekem rûniştina vekirî ya "Dadgeha Xezeyê" ku bi mebesta lêkolîna tiştên li Xezeyê jiyane hatiye avakirin, destpê kir

İsmail Özdemir  | 27.05.2025 - Rojanekırın : 28.05.2025
Yekem rûniştina vekirî ya "Dadgeha Xezeyê" ku bi mebesta lêkolîna tiştên li Xezeyê jiyane hatiye avakirin, destpê kir

Sarajevo

 Yekemîn rûniştina vekirî ya "Dadgeha Xezeyê" (Gaza Trîbûnal) ya ku bi mebesta lêkolîna suc û tewanên li Xezeyê ji aliyê hiqûqî, siyasî û exlaqî va bike, hatiye avakirin, li Sareyevoya paytexta Bosnayê destpê kir.

Akademisyen, entellektuel, parêzvanên mafê mirovan û nûnerên medya û saziyên civakî bi mebesta lêkolîna sucên şer ên ku Îsraîl li Xezeyê didomîne, li Sareyevoyê civiyan.

Dadgeha Xezeyê ya ku bi mebestên mirovî û wijdanî bi serokatiya Raportêrê berê yê Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Richard Falk hatiye avakirin di rûniştên li Zanîngeha Navnetweyî ya Sarayevoyê (IUS) da mijarên wekî qirkirina kolonyal, modelên qirkirinê, nijadperestî, veguhestina bi zorê ya nifûsê, parastina sivîlan, kêmasiyên pergala NY û krîmînalîzekirina xwepêşandanan hatin nîqaşkirin.

Falk di civîna online da diyar kir ku qirkirinên berê bi saya şahidiyên qurbaniyan hatine zanîn.

Falk diyar kir ku Îsraîlê hema bêje tu hewldanek nekiriye da ku niyeta xwe ya qirkirinê veşêre an jî rêbazên xwe veşêre û wiha dewam kir:

"Îsraîlê bi eşkereyî niyeta xwe ya kuştina Filistîniyan ragihandiye, çi bi bombeyan an jî bi bêparkirina wan ji xwarin û dermanan. Rêberên Îsraîlî, ji bo tunekirina gelê Filistînî li Xezeyê rewa bikin, serî li çîrokên jenosîdê yên di Tewratê da dane. Hin rayedar û kesayetên giştî yên navdar ên Îsraîlî, zihniyeta kuştina Filistîniyan bi pêlêkirina sirsirkan ra qiyas kirine. Hin kesan ew yek parast ku bila bombeyên atomî li ser Xezeyê bên barandin. Heta dîlên Îsraîlî yên ku ji aliyê Hemasê va hatine girtin jî nekarîne tund û tûjiya Îsraîlê rawestînin û ne jî bandor li hikûmetê kirine ku agirbestekê daîmî qebûl bike."

- Danezana Sarayevoyê dê pêşkêşî gel bê kirin

Di çarçoveya bernameyan da tevî panêlên "Rastiya Siyasî û Jeopolîtîka Rojane" û "Aboriya Polîtîk a Qirkirinê" panêla taybet a "Ji Srebrenîstayê heta Xezeyê" ewê bên lidarxistin.

Di roja dawîn a Dadgeha Xezeyê da ku pêkhateyeke sivîl e, Danezana Sarayevoyê dê pêşkêşî gel bê kirin.

- Dadgeha Xezeyê ya li ser rûdanên li Xezeyê radiweste çawa hat avakirin?

Binpêkirinên mafên mirovan û jenosîda ku bi destê Îsraîlê piştî 7ê Cotmehê hat kirin jî di nav da, endamên Dadgeha Xezeyê ji bo vekolîn û nirxandina îdiayên der heqê sûcên navneteweyî da hatin cem hev.

Parêzvanên mafên mirovan ên eleqedar, pisporên hiqûqa navneteweyî û dadgeha ku bi binpêkirinên mafên mirovan ên li Xezeyê ra eleqedar dibe, wekî teşebusekê derdikevin pêş ku ji hêla rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî û herêmî hatiye organîzekirin.

Dadgeha ku wekî înîsiyatîfeke serbixwe hat avakirin, dixwaze binpêkirinên mafên mirovan ên dijî gelê Filistînê têxe rojevê û bala civaka navneteweyî bikişîne.

Di çarçoveya danişînên ku dê li ser qeyrana mirovî ya li Xezeyê rawestin da kêmasiya hesabdayîna Îsraîlê ya ji ber sûcên şer ên dewam dikin, dê bê temamkirin û takekes û şahidên rêxistinên civaka sivîl ên ji van sûcan muesir bûne dê bên guhdarîkirin.

Tê plankirin ku dadgeh darizînên xwe bi eşkeretiyeke tam bimeşîne, xebata xwe bi awayekî serbixwe û dûrî hêzên navneteweyî bimeşîne û peywira xwe di nav maweyeke berdest da temam bike.

Ji ber ku saziyên daraza navneteweyî yên wekî Dadgeha Cezayê Navneteweyî (UCM) û Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (UAD) seba bandorên siyasî nikarin li ser binpêkirinên mafên mirovan rawestin yan jî dozan di demeke zûtir da bigihînin encamê, Dadgeha Xezeyê dixwaze di vî warî da forumeke alternatîf pêşkêş bike. Dadgeh ji vê hêlê va ne ku dixwaze bibe alternatîfa UCM û UADyê, lê dixwaze piştgiriyê bide van dadgehan û encamên ji hêla hiqûqî va pêbawer derxîne holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın