YE: Em Rodrigueza li Venezuelayê peywira Seroka Dewletê ya Berwext wergirt wekî lîdera meşrû qebûl nakin
Brussels Hoofdstedelijk Gewest
Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku ew, Delcy Rodrigueza ku piştî midaxeleya eskerî ya Amerîkayê ya dijî Venezuelayê û derdestkirina Serokê Dewletê Nicolas Maduro, peywira Seroka Dewletê ya Berwext wergirt, wekî lîdera meşrû qebûl nakin.
Anitta Hippera ji berdevkên Komîsyona YEyê di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsên rojnamegeran bersivandin.
Hipperê diyar kir ku rayeya li Venezuelayê bi pêvajoya hilbijartinê hat dayîn lê rêza vê pêvajoyê ji teleba gel a veguherîna demokratîk ra tuneye û paşeroja Venezuelayê divê bi diyalogeke berfireh bê diyarkirin ku dê rê li veguherîna demokratîk veke.
Hipperê bal kişand ku lîderên mixalefetê yên bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin jî divê tevlî vê pêvajoyê bibin.
Hipperê her wiha got ku helwesta YEyê neguheriye û wiha dewam kir, "Me Serok Maduro wekî lîderê meşrû qebûl nekir. Rewş ji bo Rodriguezê jî derbasdar e. Lêbelê ji bo parastina regez û berjewendiyên xwe, em ê angajmana xwe ya bi hedef a bi peywirdarên Venezuelayî ra bidomînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
