Hemn Baban
29 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
HEWLÊR
HÊMIN BABAN - Serokê Giştî yê Partiya Beytun Nehreyna Demokrat û nûnerê Xrîstiyanan di Encumeniya Bala ya Referandûmê de Romeo Hekarî, der barê statuya Deşa Nînowayê de got: "Ji bo ew karesata bi ser milletê me de neyê, me bi hemû aliyên Xrîstiyan û dêran re jî tifaq kiriye ku Deşta Nînowayê pêşî bibe wîlayetek piştre jî federasyon. Em ji bo Deşta Nînowayê behsa federasyonê dikin."
Romeo Hekarî, di Encumeniya Bala ya Referandûmê de digel nûnerên hemû partiyên siyasî, yên tirkmen û êzidiyan beşdarî hevdîtinan dibe û ji bo encamdana referandûmê xebatan dimeşîne. Nûnerê Xrîstiyanan der barê rewşa dawîn a referandûmê û daxwazên girseya xwe de nirxandinên giring bo peyamnêrê AAyê kirin.
Nûnerê Xrîstiyanan Romeo Hekarî, der barê rewşa dawîn a referandûmê de wiha agahî da:
"Di nav partî û aliyên siyasî de tenê 2 partî piştgiriyê nadin referandûmê. Lê wê referandûm di dema xwe de li herêmên ji derveyî Herêma Kurdistanê jî çêbibe. Hemî aliyên Herêma Kurdistanê bibiryar in ku di wextê xwe de bibe. Piştî eydê wê şandeya Îtîlafa Şiî ji bo guftûgoyan were Hewlêrê. Şandeya Herêma Kurdistanê jî dê seredana Tirkiye, Îran û welatên Kendavê bike."
Der heqê naveroka guftûgoyên digel Bexdayê de jî Romeo Hekarî wiha got: "Tiştê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat muzakerekirin, danûstendina welatekî bû ji bo serxwebûnê. Ya muhîm ew e ku bi Bexdayê re danûstendin çêbibe. Eger em bi Bexdayê re bigihên rêkeftinê dibe ku gelek tişt di dema referandûmê de biguherin. Lê problem ew e ku bawerî bi Bexdayê nemaye."
Li ser daxwaz û armanca Xrîstiyanan jî Romeo Hekarî wiha axivî:
"Me daxwaza Deşta Nînowayê ji bo qonaxa piştî DEAŞê kiriye. Niha ji destê DEAŞê rizgar bûye. Hemû partî û aliyên siyasî yên xelkê me û dêrên me jî gihîştin tifaqê ku rêya herî guncaw biryardana li ser çarenivîsê ye. Ji bo ew karesata bi ser milletê me de neyê me gotiye bila Deşta Nînowayê pêşî bibe wîlayetek piştre jî federasyon. Em ji bo Deşta Nînowayê behsa federasyonê dikin."
Romeo Hekarî ji bo helwesta partiyên Xrîstiyan jî wiha nirxandin kir:
"Hemû aliyên Kurd, Kildanî, Asûrî, Suryanî, Êzidî, Şebek û Tirkmen ne digel referandûmê ne. Ev jî normal ne. Ew rejimên dîktatorî ne ku di hilbijartinan de sedî 99.90 encam derdikeve. Li gor min sedî 70 erê derkeve serkeftineke pir mezin e. Di qada cîhanê de jî serkeftî hesab e. Yên me tenê du partî destekê nadin, wek din hemû alî piştgiriyê didin referandûmê."