Xemaney ji bo "kesên ewlehiya aboriyê xirab dikin" bangî darazê kir
Lîderê Îranê Ayetullah Elî Xemaney ji bo "kesên ewlehiya aboriyê xirab dikin" bangî darazê kir ku ceza bide van kesan

Ankara
ANKARA
Lîderê Îranê Ayetullah Elî Xemaney bangî darazê kir li hember "kesên ewlehiya aboriyê ya welêt xirab dikin" tevbigerin.
Li gor daxuyaniya ofîsa Xemaney Serokê Erka Darazê Ayetullah Sadiq Larîcanî û rayedarên darazê li Tehranê bi Xemaney ra civînek kirin.
Di civînê da Xemaney der barê qeyrana aboriyê û bihayê dowîzan ku zêde dibe de axivî û wiha got: "Gel divê ji bo kar, jiyan û debarê di nav ewlehiyê de be."
Xemaney bangî darazê kir û got divê daraz li hember "kesên ewlehiya aboriyê xirab dikin" tevbigere.
Li Tehranê esnafên Çarşiya Tehranê ya Mezin ji ber qeyrana aboriyê û bihayê dowîzan a ku zêde dibe kepengên xwe digrin û vê rewşê protesto dikin.
Roja duşemê jî hin esnaf çûbûn li ber meclisê û xwepêşan kiribûn. Polês xaza rondikrêj reşandibû çalakvanan û ji wan hin kes birîndar bûbûn.
- Hişyariya îdamê
Serokê Erka Darazê Ayetullah Sadiq Larîcanî duh daxuyandibû kesên ku di bazara dowîz û zêr da manîpulasyonê dikin wê bi îdamê va bên cezakirin.
Li Îranê bihayê dolar di demeke kin de ji 4 hezar tumenî derketibû 7 hezar û 500 tumenî. Serokomar Hesen Rûhanî di meha nîsanê da biryar dabû ku bihayê dolar 4 hezar û 200 tumenî bê sabîtkirin û di piyasaya serbest da kirîn û firotina dolar qedexe kiribû.
Li piyasaya serbest dolar 9 hezar tumenî bi rêya qaçax tê firotin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.