10 Îlon 2017•Rojanekirin: 11 Îlon 2017
AZEZ/ANKARA
Xelkê Til Rifeta navçeya Heleba li bakurê Sûriyeyê yên ku ji cih û warên xwe hatin derxistin, bertek nîşanî wê yekê dan ku rêxistina terorê PKK/PYDyê xaka wan da rejima Beşşar Esed.
Li bakurê Sûriyeyê par di meha sibatê da rêxistina terorê PKK/PYDyê navçeya Til Rifetê û gundên dewrûberê yên ereban dagir kiribû û di encamê da xelkê van deveran xwe spartibûn navçeya Azezê ya di kontrola muxalifan da. Xelkê Til Rifetê yê koçber bertek nîşan dan ku navçeya wan ji rejima Esed ra hat hiştin.
Til Rifetiyên sivîl ên li Azezê nêrîna xwe ya li ser di çavdêriya hêzên ûris da destguhertina navçeyê, ji peyamnerê AAyê ra anîn ziman.
Xelkê Til Rifetê Mihemed Salih ku li kampa Babul Seleme ya li Azezê bi firotana qehweyê debara xwe dike, wiha got, "Ew xak a me ye, emê nekevin kontrola rejimê an jî ya rûsan. Em bi tundî dijê wê yekê ne ku ew dever bikevin destê rejimê."
Sayît Elî ku li heman kampê dikaneke wî ye şêraniyê heye, bal kişand ku qebûlkirina wê yekê mimkun nîne PKK/PYD xaka ku dagir kiribû, radestî rejimê bike û wiha dewam kir, "Divê em sebir bikin. Heger em vegerin ser xaka xwe ya di destê rejimê da, wê demê ev vegera me tê wateya piştevaniya hebûna wan. Li van konbajaran di şert û mercên pir xedar û giran da me 2 sal sebir kir, em dîsa jî dikarin sebir bikin."
- Sivîl dixwazin ku Til Rifet bikeve destê muxalifan
Li kampa Şemarînê ya li navçeya Azezê, midûreya dayingeha êtîman Betul Ehmedê jî got ku ew dijî wê yekê ne, xaka ku rêxistinê dagir kiribû, radestî rejimê an jî rûsan kir û wiha pê da çû, "Ji bo ku vê xakê radestî rejimê nekin, me dest bi şoreşê nekir. Me seba azadiyê têkoşîn da."
Li kampa Sûcûyê ya li Azezê, midûrê dibistanê Salîm Yasîn jî wiha xeberda, "Mixabin me bihîst ku herêma Til Rifetê radestî rejimê kirine. Em vê geşedanê bi tu awayî qebûl nakin. Li gorî me, xaka ku hatiye dagirkirin, divê bikeve destê muxalifan."
Serokê Daîreya Tevgerê ya Sererkaniya Rûsyayê Orgeneral Sergey Rudskoy di civîna xwe ya çapemeniyê ya 6ê îlonê da gotibû ku wan PKK/PYD qanî kir ku Til Rifetê vala bikin. Rudskoy destnîşan kiribû ku rejima Esed li devera ku hat valakirin, bi cih bû.