HAKKARÎ
Li Hekariyê gelek kesên ku ji spora xweşiqitandinê hez dikin bi tetîlbûna dibistanan ve berê xwe dan Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botan a ku 12 kîlometre dûrî navenda bajêr e. Navenda xweşiqitandinê bi pêşengiya Walîtiya Hekariyê ve ji nû ve hat bisazkirin.
Bi saya pêvajoya çareseriyê li Hekarî û bajarên herêmê şer û pevçûn kêm bûn û rûdanên baş diqewimin. Li Hekariyê zivistan xedar derbas dibe û çiyayên bajêr bi qasî 6 mehan di bin berfê de dimînin. Bi saya vê taybetiyê li bajêr xebatên ji bo tûrîzma zivistanê hatin kirin hêdî hêdî bi kêr tên.
Di sala 2010î de li Hekariyê Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botan a ku pîsteke wê ya biçûk hebû hat avakirin. Bi pêşengiya Walîtiya Hekariyê navend îsal ji nû ve hat bisazkirin û çêtir bû.
Piştî ku navendê dest bi xebatê kir, di nav tetîla nîvsalê, dawiya heftê de navend zef qelebalix dibe, welatiyên ku dixwazin xweşiqitandinê hîn bibin jî tên vê derê.
Di kampên Perwerdehiya Bingehîn a Xweşiqitandinê ya Miduriyeta Spor û Xizmetên Ciwaniyê ya Bajêr de di serî de xwendekar gelek kes xweşiqitandinê hîn dibin.
Midûrê Spor û Xizmetên Ciwaniyê yê Bajêr Reşît Guldal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di salên borî de navendê bala xelkê nedikişand û wiha dewam kir: "Li gor salên borî eleqe gelekî zêde bûye. Me di sala 2010an de dema ku navend vekir di konan de xizmet dida. Di sala 2012an de me konteynir li vê derê bi cih kir. Ji bo malbatên ku dihatin xweşiqitandinê cihekî zarokên xwe lê bihêlin tunebû. Me mala xweşiqitandinê çêkir û ew pirsgirêk jî hel kir. Kesên ku xweşiqitandinê qet bala wan nedikişand bi sazkirina vê derê ve dawiya heftê ji malên xwe derdikevin û tên vê derê."
Guldal destnîşan kir ku bi sazkirina navenda xweşiqitandinê ve bi hezaran kes dawiya hefteyê tên û bi saya navendê hejmara sporvanên xweşiqitandinê jî li bajêr zêde bû.