Önder Beyter
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
XARTÛM
Serokê Dewleta Sûdanê Omer el-Beşîr diyar kir ku Girava Sewakînê wê piştî xebatên îmarê bibe navendeke tûrîstîk.
Beşîr li Stada Port Sûdanê bi minasebeta dawîlêhatina Festîvala Tûrîzm û Danûstandinê ya 11emîn a parêzgeha Behra Sor axaftinek kir û wiha got, "Girava Sewakînê wê piştî xebatên îmarê bibe navendeke tûrîstîk û pêgeha tûrîstan."
Waliyê Parêzgeha Behra Sor Ehmed Hemîd jî diyar kir ku piştî kutabûna îmara Girava Sewakînê bi hezaran genc wê bibin xwedî kar û pîşe, bêtir dovîz wê têkeve welat û herwiha wê kêrî aboriya welêt were.
Wezîrê Tûrîzmê Mihemed Mistefa Ebû Zeyd jî bal kişand ku biryara ji bo îmara Girava Sewakînê, biryareke zehf girîng e ku wê rewşa tûrîzma welat biguherîne.
- Girava Sewakînê
Girava Sewakînê li hêla rojhilatê welatê Sûdanê ye û herwiha Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di ziyareta xwe ya Sûdanê da çûbû wir jî.
Di serdema Osmaniyan da talûkeyên ji aliyê behrê yên dijî Hicaz û Behra Sor ji ser Girava Sewakînê ra dihatin berterefkirin.
Li vê giravê gelek berhem û avahiyên girîng hene ku di nava van da bêndergeh û avahiya gumrikê ên dîrokî ên dewra Osmanî, mizgefta Henîfiyan, mizgefta Şafiiyan, avahiya zêrevanan hene.
Ji bo jinûva vejandina tûrîzma Sûdanê di sala 2011an da hemleyek hat destpêkirin û di vê çarçoveyê da avahiya gumrikê, mizgefta Henîfiyan û mizgefta Şafiiyan bi destê Serokatiya Ajansa Hevkarî û Kordînasyonê ya Tirkan (TÎKA) hat restorekirin.