31 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
HAKKARÎ
Ji bo ku xaza siruştî bikşînin Hekariyê, par xebatê dest pê kir û di çarçoveya xebatê da ji 203 kîlomêtre xeta xazê 110 kîlomêtre hat temam bû.
Li Hekariyê ji aliyekê va li dijî terorîstên PKKyê operasyonên hêzên ewlehiyê bi biryardarî dewam dikin, ji aliyekê va jî veberhênanên girîng dewam dikin.
Li bajêr welatî bi salan e li benda xaza siruştî ne. Xebatên xaza siruştî piştî îhaleya ku Şirketa Anonîm a Bi Xetên Boriyê va Birina Neftê (BOTAŞ) kir, digel şert û mercên erdnîgariyê yên dijwar, bê navber didome.
Xebata xaza siruştî par li Ozalpa navçeya Wanê, li taxa Erçekê dest pê kir û ji wê derê heta Hekariyê 203 kîlomêtre xeta boriyên xaza siruştî wê were çêkirin. Heta niha ji 203 kîlomêtroyan 110 kîlomêtre kuta bûye.
Tê plankirin ku 93 kîlomêtroyê mayî jî heta dawiya salê were danîn û qonaxa testê were xelaskirin.
Cîgirê Şaredarê Hekariyê Cuneyt Epcîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got armanca wan ew e ku îsal xaza siruştî bînin bajêr.
Epcîm got ku xeta boriyê heta sînorên navenda bajêr hatiye û wiha dewam kir: "Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî îhaleyeke din jî kuta kir û di nav bajêr da fîrmaya muteahît û şirketa belakirinê dest bi xebatan kirin."
Epcîm diyar kir, li gor daneyên 2017an ên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê Hekarî di nav bajarên ku hewaya wan herî qirêje da ye û wiha dewam kir:
"Bi van xebatan va hewaya Hekariya me wê paqij bibe. Ji bo ku Hekarî bibe bajarekî modern xaza sirutî jî girîng e. Birêz Serokwezîrê me mizginiya xaza siruştî di sala 2017an da da, em ê heta cotmeh û mijadara 2018an xaza siruştî bînin Hekariyê. Em ji bo vê kêfxweş in."