MÛSIL
Wezareta Pêşemrgeyan a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) perwerdeya leşkerî dide milîsên xaçparêz ên dixwazin ku li dijî DÎŞIya rêxistina terorê şer bikin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên pêşmergeyan hatin bidestxistin, li hawirdora Mûsilê di kampên cuda de perwerdeya çekdar didin 1000 xaçparêzên asûrî. Li Telsûkûfa bajaroka Mûsilê jî 20 milîs perwerdeya şer distîne. Wezareta Pêşmergeyan çek û hewcedariyên din ên milîsan peyda kirin. Milîs dixwazin ku di operasyonên li ser DÎŞIyê de li Mûsilê cihên ku qeyrîmuslim wir rûdinin ji destê DÎŞIyê xilas bikin. Milîs dersê bikaranîna çekên ku zêde zirarê didin, distînin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Beytûn Nehreynê Romeo Hekarî bi perwerdeya milîsan re eleqedar dibe. Romeo Hekarî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku artêşa Iraqê xeyrîmusliman naparêze xwe sipartin Herêma Kurdistanê ya di bin kontrola pêşmergeyan de.
Hekarî da zanîn ku ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî arîkarî xwestin û got "Me ji bo parastina ewlehiya mal û canên xaçparêzên li Deşta Mûsilê dijîn, xwest ku yekîneya leşkerî ya ku ji asûriyan pêk tê bê avakirin. Daxwaza me hat qebûlkirin û me dest bi xebatan kir."
Hekarî diyar kir ku "Yekîneya Deşta Mûsilê" di bin banê Wezareta Pêşmergeyan de hat avakirin û ji liayê Partiya Demokrat a Beytûn Nehreyn û Paritya Yekîtiya Beytûn Nehreynê ve tê birêvebirin û wiha axivî: "Yekîneya me di 6ê kanûna paşîn a 2014an de hat avakirin û hikûmeta Kurdistanê hemû hewcedariyên me yên wekî çek, cebilxane û sitirînê pêk tîne. Di desta pêşmergeyan de kîjan çek hebin, ji wan çekan dane me jî."
Hekarî got ku di rewşa berdest de milîsên xaçparêz di pevçûnên li herêma Telsûkûfa ku 30 kîlometro dikeve bakurê rojhilatê Mûsilê de ligel yekîneyên pêmergeyan şer dikin.
Hekarî bi bîr xist ku DÎŞIyê li Mûsilê herêmên ku xaçparêz wir dijîn gelek hêsanî bi dest xistin û parast ku armanca artêşa Iraqê parastina gelê xaçparêz nîne.
Hekarî da zanîn ku DÎŞIyê 7 dêrên aidê asûriyan teqand û rêxistin çi tişta ku aidê çanda xaçparêzan e ji holê radike. Hekarî destnîşan kir ku li Başîkaya bajaroka Mûsila di bin kontrola DÎŞIyê de rewş ber bi nebaşiyê ve diçe. Hekarî da zanîn ku mirov êdî ji ber nexweşiyê û birçîna dimirin.
Hekarî li ser pirsa "Gelo ji ber êrîşên terorê çend xaçparêz ji cihên xwe bûn?" wiha got: "Di destê me de daneyên teqez tunin. Lê belê piştî ku terorîstan Mûsil dagir kirin ji 200 hezarî zêdetir xaçparêzî malên xwe terikandin. Piraniya van xwe sipartin herêma Kurdistanê, Tirkiye, Urdun û Ewropayê."