Dinya

Xaçasora Îranê: Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da, hejmara yekeyên sivîl ên xisar dîtin ji 105 hezarî derbas kir

Tolga Akbaba  | 30.03.2026 - Rojanekırın : 30.03.2026
Xaçasora Îranê: Di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da, hejmara yekeyên sivîl ên xisar dîtin ji 105 hezarî derbas kir

İran

Xaçasora Îranê ragihand, di êrîşên Amerîka-Îsraîlê da, hejmara yekeyên sivîl ên xisar dîtin bû 105 hezar û 325.

Xaçasora Îranê derbarê bîlançoya êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî welêt da agahî da.

Li gor agahiyan 83 hezar û 351 xanî, 21 hezar û 59 yekeyên ticarî, 600 navendên perwerdeyê û 18 navendên girêdaryî Xaçasor bi tevahî 105 hezar û 325 yekeyên sivîl xisar dîtin.

- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê

Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.

Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.

Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın