Xaça Sor termê dîlekî din ê Îsraîlî yên li Xezeyê teslîm hilda
Heke bê pesendkirin ku term ê dîlekî Îsraîlî ye dê ji 28 dîlên li Xeta Xezeyê termê 2 dîlan bimîne
Quds
Hat ragihandin ku di çarçoveya peymana agirbesta li Xezeyê û pevguherîna dîlan da termê dîlekî din radestî ekîbên Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) kirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku ekîbên Xaça Sor darbesta term tê da bû teslîm hilda.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Li gor agahiya Xaça Sor da darbesta dîlê mirî hat teslîmkirin û tînin yekîneyên artêşa Îsraîlê yên li Xeta Xezeyê."
Tê payîn ku termê ji bo tesbîtkirina nasnameyê bibin saziya tibê edlî û pişt ra xeberê bidin malbata wî.
Heke piştî otopsiya dê ji hêla Îsraîlê va bê kirin bê piştrastkirin ku term yê yek ji dîlan e dê ji 28 termên dîlan bi tevahî termê 26 dîlan haitbe teslîmkirin û termê 2 dîlan li Xezeyê bimîne.
Heta teslîmkirina termê îro li Xezeyê termê 2 Îsraîliyan û Taylandiyekî mabûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
