Xaça Sor ji Xezeyê termên 2 dîlên Îsraîlî wergirtin

Quds
Hat ragihandin ku ekîba Xaça Sor ji Xeta Xezeyê termên 2 dîlên Îsraîlî wergirtin û dê du termên din jî werbigire.
Li Xezeyê pevguhertina girtiyan pêk hat
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa Xê ya navend Amerîka da diyar kir ku Xaça Sor ji Xezeyê termên 2 dîlên Îsraîlî wergirtin.
Adraee destnîşan kir ku du termên din jî dê bên wergirtin û her wiha got ku ekîba Xaça Sor di rê da ye ku xwe bigihîne cem hêzên Îsraîlê.
Berdevk Adraee her wiha got ku Tevgera Hemasê divê pabendî peymanê be û hewl bide ku tevahiya terman bide.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.