WSJ: Trump dixwaze şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de zû bi dawî bike
Ankara
Hat îdiakirin Serokê DYAyê Donald Trump ji rayedarên nêzîkî xwe ra gotiye ku ew dixwaze li gorî plana 4 heta 6 hefteyan a ku berê hatibû diyarkirin, şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê da zû bi dawî bike.
Li gorî nûçeya Wall Street Journalê (WSJ) çavkaniyên di vî warî da xwedî agahî ku navê wan nehat eşkerekirin, ragihandin Trump ji rayedarên nêzîkî xwe ra gotiye ku êrîşên li dijî Îranê di qonaxên xwe yên dawî da ne.
Çavkaniyan got ku Trump bawer dike ku êrîşên li dijî Îranê bala wî ji mijarên navxweyî yên wekî hilbijartinên navîn ên siberojê û koçberiya neqanûnî dûr dixe.
Çavkanî îdia dikin ku Trump ji rayedarên nêzîkî xwe ra gotiye ku ew dixwaze "di hefteyên pêş da şer zû biqedîne".
Ji aliyê din va çavkaniyan îdia kir ku Trump ew fikra gihîştina DYAyê bo hin ji nefta Îranê, di nava rêkeftinê da be û ev pêşkêşî şêwirmendên xwe kiriye, lê hê jî di vê mijarê da tu plan tuneye.
Çavkaniyan destnîşan kir ku texmînkirina biryarên Trump ên derbarê êrîşan da zehmet e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
