WSJ: Di êrîşa Îranê ya li dijî Erebistana Siûdî da 5 balafirên sotemenîhilgir ên DYAyê zirar dîtin
Ankara
Di êrîşa Îranê ya li dijî Baregaha Asîmanî ya Şehzade Sultan a Erebistana Siûdî da 5 balafirên sotemenîhilgir ên Hêza Asîmanî ya DYAyê zirar dîtin.
Li gorî nûçeyeke Wall Street Journalê (WSJ) ku çavkanî weke 2 rayedarên DYAyê yên navên wan ne eşkere nîşan da, di rojên dawî da Îranê bi êrîşên mûşekî li dijî Baregeha Asîmanî ya Şehzade Sultan, 5 balafirên sotemenîhilgir ên DYAyê dema ku ew li erdê bûn kiriye armanc.
Rayedaran diyar kirin ku di êrîşan da tu qurbanî çênebûne û her çend balafir bi tevahî nehatine îmhekirin jî, lê zirar dîtine û xebatên temîrkirina wan berdewam in.
Di nûçeyê da hat îdîakirin ku piştî vê bûyerê, hejmara balafirên sotemenîhilgir yên Hêza Asîmanî ya DYAyê yên ku zirar dîtine yan jî wêran bûne, gihîştiye 7an.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku yek ji 2 balafirên sotemenîhilgir yên KC-135 ku di çarçoveya operasyona li dijî Îranê da dixebitin, li rojavayê Iraqê ketiye xwarê û 6 miretebatên tê da canê xwe ji dest dane.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
