WSJ: Di êrîşa ku Îranê bi droneyê bir ser baregeha li Erebistan Siûdî da 12 eskerên Amerîkayê birîndar bûn
Hat îdiakirin ku di êrîşê da balafira kontrol û fermandayê ya ji hewayê ya E-3 Sentryê ya Amerîkayê xisar dît
Ankara
Hat îdiakirin ku di êrîşa ku Îranê bi droneyê bir ser Baregaha Asîmanî ya Prens Siltan a li Erebistana Siûdî da 12 eskerên Amerîkayê birîndar bûn û balafira kontrol û fermandayê ya ji hewayê ya E-3 Sentryê ya Amerîkayê xisar dît.
Li gor nûçeya ku rojnameya Wall Atreet Journalê (WSJ) sipart rayedarên Amerîkayî û Siûdî Îranê duh bi dronê êrîş bir ser Baregaha Asîmanî ya Prens Siltan a li Erebistana Siûdî.
Di êrîşê da balafira kontrol û fermandayê ya ji hewayê ya E-3 Sentryê ya Amerîkayê xisar dît, 12 eskerên Amerîkayê birîndar bûn.
Di êrîşê da hin balafirên îkmala sotemeniyê da xisar çêbû.
- Êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê
Dema pêvajoya mizakereyê ya di navbera Tehran û Washîngtonê da dewam dikir, Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê da êrîşên eskerî birin ser Îranê.
Îranê jî ji bilî Îsraîlê, êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban û Behreyn di serî da yên li welatên herêmê ne kir.
Di êrîşên Amerîka û Îranê da ji bilî Serokê Îranê Ayetullah Elî Xameney û gelek rayedarên payebilind hatin kuştin.
