Wezîrên 31 welatên Îslamê, Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Teşkîlata Hevkariya Kendavê dijî Îsraîlê daxuyanî dan

Ankara
Wezîrên Karên Derva yên 31 welatên Îslamê û sekreterên giştî yên Yekîtiya Ereban, Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Teşkîlata Hevkariya Kendavê plana Îsraîlê ya li ser herêma "E1"ê û daxuyaniyên nijadperest ku avabûna dewleta Filistînê red dike, bi tundî şermezar kirin.
Wezîrên Karên Derva yên Tirkiye, Behreyn, Bangladeş, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban, Cezayir, Cîbutî, Çad, Endonezya, Fas, Filistîn, Gambiya, Iraq, Qeter, Yekîtiya Komorê, Kuweyt, Libya, Libnan, Maldîv, Misir, Morîtanya, Nijerya, Pakistan, Senegal, Sîerra Leone, Somalî, Sûdan, Erebistana Siûdî, Sûriye, Umman, Urdun û Yêmenê û sekreterên giştî yên Yekîtiya Ereban, Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Teşkîlata Hevkariya Kendavê dijî Îsraîlê daxuyanî dan.
Wezîrên Karên Derva yên 31 welatên Îslamê û sekreterên giştî yên Yekîtiya Ereban, Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Teşkîlata Hevkariya Kendavê, di daxuyaniya xwe ya hevpar da, plana Îsraîlê ya li ser herêma "E1"ê ku li Qudsa Rojhilat ya dagirkirî ciyê Filistîniyan ji wan distîne û ciyê xwe fireh dike û bakur û başûrê Şerîaya Rojava ji hev diqetîne û daxuyaniyên nijadperest ku avabûna dewleta Filistînê red dike, bi tundî şermezar kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.