Wezîrê Vejenê yê Sûriyeyê Mihemed el Beşîr qala plan û veberhênanên 7 milyar dolarî yên ku şirketên Tirk beşdar bûn, kir
- "Di du, sê mehên ewil ên sala pêş me da di erz û maweya bikaranîna ceyranê da dê zêdebûneke berbiçav çêbe"

Damascus
Wezîrê Vejenê yê Sûriyeyê Mihemed el Beşîr diyar kir ku yek ji peymanên herî girîng û berfireh ên ku di sektora vejenê ya welêt da heta îro hatiye kirin, îmze kirin û got ku "Di çarçoveya peymanê da 4 santralên xaza sirûştî û santraleke vejena tavê dê bên avakirin. Armanca me ew e ku bi van projeyan va bi tevahî bigihêjin kapasîteya hilberînê ya 5 hezar megavatî."
Beşîrê Wezîrê Vejenê yê Sûriyeyê ji nûçegihanê AAyê ra peymana hevkariya stratejîk a 7 milyar dolarî ya ku di navbera konsorsiyuma ji şirketên ji Tirkiyeyê Kalyon Holdîng û Cengîz Holdîng, ji Qeterê UCC û Power Internationalê navend Amerîka pêk tê û Wezareta Vejenê ya Sûriyeyê da hat îmzekirin, nirxand.
- "Em ê bibin xwediyê kapasîteya hilberîna bi tevahî 5 hezar megavatê"
Beşîr got ku ev peyman li Sûriyeyê destpêka pêvajoya veberhênanan e û di erza vejenê da mizgîniya başbûneke bingehîn e.
Beşîr destnîşan kir ku veberhênanên navborî dê kalîteya xizmetan zêde bike, derfetên kar derxîne holê û bi giştî piştgiriyê bide pêşketina aborî û civakî û got ku "Di çarçoveya peymanê da 4 santralên xaza sirûştî û santraleke vejena tavê dê bên avakirin. Armanca me ew e ku bi van projeyan va bi tevahî bigihêjin kapasîteya hilberînê ya 5 hezar megavatî."
Beşîr bi bîr xist ku mueyideyên navneteyî yên ku çendî salan dijî Sûriyeyê hatin tetbîqkirin ji bo gelek veberhêneran hêmaneke texilker bû û got ku "Gelek şirketan dixwest ku di sektorên cihê da veberhênanê bikin lêbelê li pêş wan astengiya herî mezin mueyide bûn. Bi rabûna astengiyên mueyideyê veberhêner pêngavên wêrektir diavêjin."
Beşîr diyar kir ku peymana hat îmzekirin mînaka herî berbiçav a pêvajoyê ye û da zanîn projeyên ku dê bi hevkariya du şirketên Tirk, şirketeke Amerîkayî û şirketeke Qeterî bê birêvabirin di mijara veberhênanê da peyameke pêbaweriyê dide Sûriyeyê.
- "Peyman bangewaziyeke vekirî ya ji bo hemû sektoran e"
Beşîr behsa hevkariyên ku bi Tirkiye û Urdinê ra di warê vejenê da tên birêvebirin kir û diyar kir ku di mijara temînkirina xaza sirûştî da xebat berdewam dikin.
Wezîrê Vejenê Beşîr got ku "Ji bo ku bi Tirkiye û Urdinê ra xeta girêdana ceyranê ya nû ya 400 kîlovoltî bixin dewrê xebatên me dewam dikin. Armanca me ew e ku em di mehên ewil ên sala pêş me da di erz û maweya bikaranîna ceyranê da zêdebûneke berbiçav bi dest bixin."
Beşîr got ku halêhazir vejena ku li tevahiya Sûriyeyê digihêje malan dora 1500 megavatê ye û da zanîn ku rojane kêm zêde 3 yan 4 saet dikatin ceyranê bidin.
Mihemed el-Beşîr diyar kir ku bi van hemleyan li Sûriyeyê şertên jiyan, nîşaneyên aborî û civakî û daneyên di warê pêşketinê da bi awayekî berbiçav dê baş bibin û got ku "Di du, sê mehên ewil ên sala pêş me da di erz û maweya bikaranîna ceyranê da dê zêdebûneke berbiçav çêbe."
Beşîr diyar kir ku bi rakirine mueyideyan Sûriye bû welatê derfeta veberhênan û nirxandina "Ev peyman bangewaziyeke vekirî ya ji bo hemû sektoran e. Sûriye êdî welatekî wisa ye ku ji veberhênanê ra vekirî ye. Firsend gelekî mezin in û şirket ji niha va ketine dorê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.