Dinya

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê: "Ji bo piştgiriya wan em spasdarê Tirkiyeyê ne"

Ethem Emre Özcan, Muhammed Emin Canik  | 21.03.2026 - Rojanekırın : 21.03.2026
Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê: "Ji bo piştgiriya wan em spasdarê Tirkiyeyê ne"

Istanbul

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Reken Nasreddîn ji bo piştgiriya ku da Libnanê, spasiya Tirkiyeyê kir.

Serokatiya Ajansa Tevkariya Tirk û Kordînasyonê (TÎKA) li bajarê Bîblosê yê li bakurê Beyrûta paytex alîkariya Pêşdibistana Cubeylê kir. Kesên ku kesên ji cî û warên xwe bûne, xwe spartine vê pêşdibistanê. Wezîr Nasreddîn ev pêşdibistan ziyaret kir.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Nasreddîn beşdarî merasima teslîmkirina alîkariyan bû. Nasreddîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, wî navendên li herêma kesên ku ji cî û warên xwe bûne ziyaret kirin.

Nasreddîn wiha got, "Pêdivî pir zêde ne, derman û razandina li nexweşxaneyê jî di navê da em li ser xizmeta tenduristiyê ya gelê Libnanê sekinîne."

Nasreddîn destnîşan kir ku navendên sitarbûnê girêdayî navendên tenduristiyê ne, ji bo piştgiriya nexweş û kal û pîran pêdivî bi dermanan heye.

Nasreddîn wiha dewam kir, "Ji ber ku bi me ra ne û piştgirî dan vê navenda li Cibeylê, em spasiya Tirkiye û TÎKAyê dikin. Her wiha ji ber ku li cem Wezareya Tenduristiyê ya Libnanê sekinîn, ez dixwazim spasiya UNICEF û Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê û civaka navneteweyî jî dikim."

- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.

Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagîriya bejayê berfireh bike.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kiribû ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin derket 1001an û hejmara birîndaran jî derket 2 hezar û 584 kesan.

Rêvebirina Afatê ya girêdayî Hikûmeta Libnanê ragihandibû ku li gor qeydên fermî li Libnanê jimara kesên ku bi darê zorê ji cî û warên wan hatine kirin ji milyonekê derbas bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın