Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê telîmat da heke agirbest xira bibe bila dijî Hemasê "planeke berfireh" bê amadekirin

Istanbul
Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yîsrael Katz hember îhtimala xirabûna agirbesta li Xezeyê telîmat daye artêşa Îsraîlê ku dijî Hemasê "planeke berfireh amade bike."
Li gor nûçeyên di çapemeniya Katz bi Sererkan Eyal Zamîr û generalên payebilind ra hevdîtin kir.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê telîmat da artêşê ku "Heke Hemas dev ji tetbîqkirina plana agirbestê berde û ji nû va dest bi êrîşan bike ji bo ku Hemas bi temamî bê têkbirin bila planek amade bikin."
Katz diyar kir ku plana Xezeyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump bêçekbûna Xezeyê jî di xwe da dihewîne û got ku Îsraîl dê bi hêza navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê ji bo ku tunelên li Xezeyê ji holê rake dê bixebite.
Katz got ku heke Hemas tetbîqkirina peymanê red bike Îsraîl dê bi kordînasyona Amerîkayê ji nû va dest bi êrîşan bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.