Dinya

Îsraîlê ragihand ku li dijî Îranê êrîş daye destpêkirin

Faruk Hanedar, Burak Dağ  | 28.02.2026 - Rojanekırın : 28.02.2026
Îsraîlê ragihand ku li dijî Îranê êrîş daye destpêkirin

Quds

 Wezîrê Parastina Îsraîlê Yisrael Katz daxuyand ku li dijî Îranê "êrîşeke rêgirker" dane destpêkirin.

Wezîr Katz di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku "li seranserê welêt rewşa awarte hatiye ragihandin".

Katz got, "Îsraîlê bi mebesta jiholêrakirina gefên li dijî xwe, li dijî Îranê êrîşeke rêgirker day destpêkirin."

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku êrîşên li dijî Îranê dest pê kirine. Hişyariyek da û ji gel xwest ku di rewşa êrîşeke muhtemel a bi mûşekan da, ber bi stargehên veşartî va biçin.

Di daxuyaniya artêşê da ji sivîlan hat xwestin ku ji ber rewşa ewlehiyê stargeha herî nêzîk tesbît bikin û ji rêwîtiyên nepêwîst dûr bisekinin.

Hat gotin ku "hişyariya proaktîf" armanc dike ku gel ji bo êrîşên mûşekî amade bike.

Saet di 08:14ê sibê da, li seranserê Îsraîlê dengê sîrenan hat û peyamên hişyariyê ji hemî telefonên mobîl ra hatin şandin.


- AP: DYA tevlî êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê bû 

Li gorî nûçeya Associated Pressê (AP) DYA tevlî êrîşên ku Îsraîlê li dijî Îranê daye destpêkirin, bû.

Rayedarekî DYAyî ku ji operasyonê agahdar e, ji AP ra axivî û got ku DYA tevlî êrîşên Îsraîlê yên dijî Îranê bû.

Rayedarekî DYAyî û Îsraîlî yên ku ji rojnameya New York Times ra axivîn jî, îdia kirin ku DYA û Îsraîlê êrîşî Îranê dikin.

Herdu rayedarên DYAyî ji CNN ra gotin ku DYA êrîşan li dijî Îranê li dar dixe. Yek ji wan rayedaran diyar kir ku êrîş berdewam in û îdia kir ku ev "êrîşeke biçûk nîne".

Rêveberiya DYAyê hîn li ser vê mijarê daxuyaniyeke fermî nedaye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihandibû ku wan li dijî Îranê "êrîşeke rêgirker" dane destpêkirin.

- Li gorî çapemeniya Îranê, Îsraîlê bajarên Îsfehan, Qum, Kerec û Kirmaşan jî kir hedef

Çapemeniya Îranê ragihand ku Îsraîlê di êrîşan da tevî Tehrana paytext, bajarên Îsfehan, Qum, Kerec û Kirmaşan jî hedef girt.

Li gorî çapemeniya Îranê, Îsraîl êrîşên xwe didomîne.

Rêveberiya Tehranê piştî destpêkirina êrîşan qada asîmanî ya Îranê bi temamî girt.

 -Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Ezîzî, got ku ew ê bersivê bidin êrîşa Îsraîlê

Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî, anî ziman ku aliyê ku ceng daye destpêkirin ew nînin, lêbelê bidawîanîna wê jî ne di destê aliyê hember da ye.

Ezîzî di daxuyaniyekê da ku li ser hesabê platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ya DYAyê parve kir, got ku ew ê bersivê bidin êrîşa Îsraîlê.

Ezîzî di yekem daxuyaniya fermî ya Îranê ya derbarê şer da got, "Me berê hişyarî da we, we ev da destpêkirin, lê bidawîhatina wê ne di destê we da be."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihandibû ku wan li dijî Îranê "êrîşeke rêgirker" daye destpêkirin.

- Serokê DYAyê Trump: "Me operasyoneke mezin li dijî Îranê da destpêkirin"

- Qutbûnên înternetê li Îranê zêde bûn û medyaya Îsraîlê ragihand ku êrîşên sîber li dijî Îranê tên kirin

 - Li Îranê ji ber êrîşên DYA-Îsraîlê saziyên perwerdeyê heta ragihandineke duyem hatin tetîlkirin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîvfermî, Wezareta Perwerde û Hîndekariyê bi hemahengî digel Walî û Konseyên Ewlekariya Eyaletan, tevî zanîngehan li hemî saziyên perwedeyê heta ragihandineke duyem perwerde da sekinandin.

DYA û Îsraîlê di saetên sibehê da li Tehrana paytexta Îranê li dijî herêmên ku ofîsa serokomariyê lê ye êrîşî dabû destpêkirin.

- Medyaya Îranê ragihand ku di êrîşên DYA-Îsraîlê da zirar negihiştiye Serokomarê Îranê Pezeşkiyan

 Medyaya Îranê ragihand ku di êrîşên DYA-Îsraîlê da zirar negihiştiye Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr ê ya nîvfermî, çavkaniyeke nêzîkî Serokomariyê ragihandiye ku rewşa tenduristiya Serokomar Pezeşkiyan gelekî baş e û tu pirsgirêka wî nîne.

DYA û Îsraîlê di saetên sibehê da li Tehrana paytexta Îranê li dijî herêmên ku ofîsa serokomariyê lê ye êrîşî dabû destpêkirin.

- Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji hêla Îranê va êrîşeke mûşekan (bersivdayinê) hatiye tesbîtkirin.

- Li Tehrana paytextê Îranê teqînên nû çêbûn

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın