ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku Wezîrê Parastina Neteweyî yê teze Vecdî Gonul e.
Davutoglu wiha got: "Min do ji bo Wezîriya Parastina Neteweyî Vecdî Gonul pêşniyarî Serokomar kir. Vecdî Gonul berê ev wezîfe kiriye û serkeftî ye. Wê îro jî kar û barên tayînê temam bibin."
- Hevdîtinên koalîsyonê
Serokwezîr Davutoglu der heqê hevdîtinên koalîsyonê da wiha got: "Tu tişt di tûra ewil da çênabe. Yên ku wiha dibêjin rêya herî hêsan hildibijêrin. Yên ku wiha dibêjin tê wê meneyê ku ji bo redkirinê hazir in. Em ê tûrekê bikin û fikr û ramanên hev parve bikin. Em ê bi lijneyên partiyan ra bişêwirin. Peyra wê di tûra duyemîn da hin tişt eşkere bibin."