ÎSTANBUL
Ji rêvebirên Teşkîlata Birayên Misliman ên Misrê (Îxwan) û Serokê "Parlementoya Meşrû" ya ku li derveyî welêt hatiye avakirin Cemal Haşmet bangî gelê Misrê kir û ji wan xwest ku bila zarokên xwe neşînin esker.
Haşmet di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de bal kişand ser kesên li Misrê derbeya eskerî li dar xistin û wiha dewam kir: "Piştî ku rûyê rastî yê vê çeteya ya ku xwîna merivên bêsûc rijand derket holê lazim e ku gelê Misrê nehêle zarokên wan di teşkîlata esker û polêsan de wezifeyê bikin."
- "Delîlên ku nîşan didin Sîsî û çeteya wî Serdozger kuştine hene"
Haşmet kuştina Serdozgerê Misrê Hîşam Berekat û êrîşên li Nîvgirava Sînayê ku ji hêla rêxistina Wilayeta Sînayê ya girêdayî DAEŞê ye ve hat kirin û tê de 20 esker mirin bi bîr xist û wiha got: "Meriv bi tu awayî van hêzên ku sûc dikin, xelkê Misrê di nav cih û nivînan de kuştin û hê jî dikujin fehm nake. Gelek delîl hene û nîşan didin ku Serdozgerê Misrê Hîşam Berekat bi destê Ebdulfetah es-Sîsî û çeteya wî hatiye kuştin."
Haşmet îdia kir ku Wezareta Enformasyonê ya Misrê der heqê kuştina Serdozger Berekat de ji hemû serbalyozan re telîmat şand û ji wan xwest ku bila Îxwanê wek berpirsyarê kuştina serdozger û rêxistina terorê nîşan bidin û axaftina xwe wiha domand: "Bi van kirinên xwe ve dixwazin ku wê xwîngermiya navneteweyî ya ji bo girtiyên li welêt û kesên ku der heqê wan de cezayê îdamê hatine dayîn de tê nîşandan ji holê rakin. Dixwazin ser tevgerên binpêkirina mafên muxalefetê ya ku ji hêla rêveberiya niha ve tê kirin bigirin û xwe bê sûc nîşan bidin. Rejimê piştî êrîşê tu lêkolîn nekir û demildest wek bersûc Îxwan nîşanda û ev jî tiştekî pir asayî ye. Lewra rêveberiya derbeyê beriya lêpirsîn û jêpirsînê hin kesan sûcdar dike û paşê jî dixwaze heyfê hilîne, qirqirinê bike û biryarên îdamê bide.
Ez wisa bawer dikim ku beriya vê meseleyê senaryoyên ku hatine nivîsandin hene. Li seranserê Qahireyê cihên kontrolkirinê hene. Peyayan jî didin sekinandin û dinihêrin ka li ser wan tiştek heye yan na, paşê jî bi amûrên elektronîk tên kontrolkirin. Kesên ku di cîhaz û yan jî rûpela wan a Facebookê de îşareta Rabîayê hebe ji bo wan di navbera 5 û 10 salan de cezayê hepsê tê xwestin û wisa tên darizandin. De bifikirin li Qahireya ku evqas cihên ewlehiyê û kontrolê lê hene wesaîteke nîv ton teqemenî lê barkirî di kolanan de derbas dibe, nayê girtin û bi awayekî hêsan diçe li pişt kolana Akademiya Şer a ku bi tewdîrên ewlehiyê yên xurt ve tê parastin ve bi cih dibe. Ji delîlên ku kuştina serdozger bi awayekî eşkere nîşan dide ji hêla rêveberiya Misrê ve hatiye kirin yek jî rapora tip a dadî ye, lewra aliyê rastê bedena serdozger perçe bûye û dîmenên ku di çapemeniya nêzî hikûmetê de hatin weşandin û daxuyaniya şofêrê serdozger ne wek hev in. Nakokî heye."
Haşmet got ku yê ji kuştina serdozger îstifade kir bi tenê Sîsî bû û wiha dewam kir: "Lewra piştî vê ji serbalyozan re talîmat hat şandin ku bila Îxwanê wek rêxistina terorê nîşan bidin, qanûna guhertin û fesadî tevlî darizandina bersûcan kirin. Bifikirin serokomarekî ku di axaftina xwe ya serxweşiyê de kuştina dadgehan teşwîq dike û hikmên bi lez û bez dide qet dibe? Daraza ku telîmatê ji Serokomar hilde şaxeke derbeya eskeriyê ye."
- "Hêzên ewlehiyê birin malê û qetl kirin"
Roja çarşemê endamênÎxwanê ji hêla polêsan ve bi hinceta ku li ser wan çek hebûne hatin kuştin û Haşmet ji bo vê êrîşê jî got: "Rejima derbeyê ji derewkirinê natirse lewra li ser wê ava bûye û îftirayên xwe didomîne. Hêzên ewlehiyê van kesan li malên wan binçavkirin û paşê li taxa 6 Ekîmê ya li Qahireyê di malekê de qetil kirin. Ewlehiyê ev kar kir, delîlên rêyên dereqanûnî ve înşa kir û pêşkêş kir."