Wezîrê Neftê yê Îranê got ku îhtimala hevkariya bi DYAyê ra di warê neft û xaza siruştî da heye
Istanbul
Wezîrê Neftê yê Îranê Muhsîn Paknejad got ku îhtimala hevkariya bi DYAyê ra di warê neft û xaza siruştî da hert tişt mumkun e.
Li gorî Ajansa Nuçeya a Tesnîmê Paknejad derbarê danûstanên ku di navbera herdu dewletan da berdewam in, axivî.
Paknejad di bersiva pirsa derbarê hevkariya muhtemel a di warê neft û xaza siruştî da got, "Her tişt mumkun e".
Wezîrê Îranê ddestnîşan kir ku hevkariya navborî ka ewê fîîlî bikeve rewacê yan hê ne diyar e.
Cîgirê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Hemîd Qenberî di gotara xwe ya ku di civînekê di 15ê Sibatê de li Odeya Bazirganiyê ya Îranê hat lidarxistin da, diyar kir ku di danûstanên bi DYAyê ra da mijarên weke neft û xaza siruştî, qadên hevbeş, veberhênanên di kan û kirîna balafiran da hatin gotûbêjkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
