Dinya

Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Darmanin: Ez ji reyonên berhemên xurekên helal ên li marketan aciz dibim

Önder Beyter  | 21.10.2020 - Rojanekırın : 22.10.2020
Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Darmanin: Ez ji reyonên berhemên xurekên helal ên li marketan aciz dibim

Ile-de-France

 Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Gerald Darmanin diyar kir ku ew ji wê yekê aciz e ku li welêt di marketan da reyonên taybet ên berhemên xurekên helal hene.

Darmanin di qanala BFMTV da li ser rojevê daxuyanî dan.

Darmanin diyar kir ku ew ji wê yekê şoke û aciz bû ku li welêt di marketan da reyonên taybet ên berhemên xurekên helal hene û wiha dewam kir, "Di marketan da divê reyonên bi tenê yên berhemên xurekên helal tunebin. Lewra cemaetî wiha dest pê dike. Berpirsiyariya kapîtalîzmê jî di vê yekê da heye."

Wezîr Darmanin îdia kir ku li welêt divê karîkaturên ku heqaretî Hezretî Mihemed dikin bikaribin bên weşandin û li dibistanan di dersan da bên nîşandan.

Darmanin diyar kir ku di teror û radîkalbûnê da roleke sereke ya medyaya civakî heye û wiha got, "Li Fransayê di 3 salên derbasbûyî da mizgeft jî di navê da 358 cih hatin girtin, 428 biyanî hatin dersînorkirin."

Gerald Darmanin her wiha ew hişyarî jî anî ziman ku li welêt dibe êrîşên nû bên kirin.

Li Fransayê van dawiyan zextên dijî saziyên civaka sivîl ên Misilman zêde bûn.

Darmanin di daxuyaniya xwe ya 19ê cotmehê da diyar kiribû ku tevî Kolektîfa Têkoşîna Dijî Îslamofobiyê ya Fransayê û Barakacity jî di navê da gelek komele û saziyên civaka sivîl û her wiha mizgeftek dê bên girtin.

Li semtê Conflans-Sainte-Honorine yê nêzîkî Parîsê 16ê cotmehê serê mamosteyekî hatibû jêkirin û kuştin. Peywirdarên Fransî eşkere kiribûn ku berşikê kiryar bi destê polês hat kuştin.

Hatibû destnîşankirin ku mamoste di dersê da karîkatureke ku heqaretî Hezretî Mihemed dike nîşan dabû û dê û bavê zarokan jî bertek nîşan dabû.

Macron di parvekirina piştî cinayeta navborî da bûyer wekî "êrîşa terorîst a Îslamî" bi nav kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.