Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî ragihand ku di mizakeyeran da yên bi Amerîkayê ra "ketin rêya lihevkirinê"

Rayedarê Amerîkayî jî diyar kir ku bi Îranê ra di peywendiyên Cenevreyê da pêşketin çêbû

Ahmet Dursun  | 17.02.2026 - Rojanekırın : 17.02.2026
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî ragihand ku di mizakeyeran da yên bi Amerîkayê ra "ketin rêya lihevkirinê"

Ankara

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî da zanîn ku di mizakereyên nukleerê yên tura duyemîn a ku bi Amerîkayê ra li Cenevreyê hatin kirin da ketin rêya lihevkirinê û mutabiq man ku herdu alî li ser metnên peymaneke muhtemel bixebitin û guftûgo bikin.

Eraqçî piştî ku mizakereyên bi Amerîkayê ra li Cenevreyê hatin kirin bi dawî bûn daxuyanî dan televîzyona dewletê ya Îranê.

Eraqçî bal kişand ku di vê tura mizakereyan da mijarên gelekî cidî hatin guftûgokirin û di mijarên teknîk da atmosfereke erênîtir çêbû û got ku "Me der barê rêya ku em ê ji niha pê va bişopînin û li ser hin prensîbên ku dê bikevin metneke lihevkirinê ya muhtemel da li hev kir. Em mutabiq man ku herdu alî li ser metnên peymaneke muhtemel bixebitin û metnên xwe dualî bi hev ra parve bikin û ji bo hevdîtinên tura sêyemîn dîrokeke din diyar bikin."

Eraqçî got ku di mijara dê ji niha pê va divê çi bikin da tabloyeke zelaltir derket holê û ev gotin:

"Ev nayê wê meneyê ku em ê dê bi lez li hev bikin, lêbelê qet nebe em ketin rê. em hêvî dikin ku ev di demek kurt da temam bibe û ji bo vê her tim amade ne ku wext veqetînin lêbelû dema kar tê amadekirina metnê kar zehmettir û dijwartir dibe. Li gor hevdîtina dawîn pêşketineke baş hat bidestxistin û niha li pêş me rêyeke zelal heye ku bi ya min ev erênî ye."

- Rayedarê Amerîkayî jî diyar kir ku bi Îranê ra di peywendiyên Cenevreyê da pêşketin çêbû

Piştî hevdîtinên tura duyemîn a ku di heyetên Amerîka û Îranê da li Cenevreyê hatin kirin rayedarekî Amerîkayî da zanîn ku di peywendiyan da pêşketin çêbû lêbelê hê jî divê gelek hûrgilî bên guftûgokirin.

Rayedarê Amerîkayî di agahiya ku da AAyê da got ku "Pêşketin çêbû lêbelê hê jî gelek hûrgiliyên divê bên guftûgokirin hene. Îraniyanbi pêşniyazên bi hûrgilî yên der barê helirina hin cudahiyên di pozîsyonên me da diyar kirin ku dê di nav du hefteyên pêş me da paşda vegerin."

Piştî hevdîtinên nerasterast ên tura duyemîn hat ragihandin ku di çarçoveya pêşniyazan bi hûrgilî yên ku dê Îran pêşkêş bike da tê payîn ku peywendî dewam bikin.

- IRNA: Di mizakereyan da yên bi Amerîkayê ra di hin mijaran da lihevkirin çêbû, hevdîtin di rojên pêş me da dê dewam bikin

Hat ragihandin ku di tura duyemîn a mizakereyên nukleerê yên ku bi navbeynkariya Umanê di navbera Îran û Amerîkayê da li Cenevreya bajarê Swîsreyê hatin kirin da aliyan di hin mijaran da mutebeqat çêbû û aliyan li hev kir ku hevdîtin di rojên pêş me da dewam bikin.

Li gor nûçeya IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê di hevdîtinên nukleerê yên nerasterast ên ku bi navbeynkariya Umanê di navbera Îran û Amerîkayê da li Cenevreyê hatin kirin û biqasî sê saet û nîv dewam kirin da di hin mijaran da li hev kirin.

Hat ragihandin biryar hat dayîn alî ji bo ku li ser hûrgiliyên mijarên li serê mutebeqat çêbûn hevdîtinê bikin vegerin welatên xwe û di rojên pêş me da ji nû va bên bal hev.

Agahî hat dayîn ku Wezîrê Karên Derva yê Îranû Ebas Eraqçî dê der barê mijarê da daxuyanî bide.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.