Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî: "Piyase bi ferq û kendalê herî mezin ê dîrokê ra rûbirû ne"

- "Îdiaya niyeta Îranê hebû ku êrîşeke rêgir yan jî derbeyeke rêgir li Amerîkayê yan jî li hêzên Amerîkayê bixe, dereweke eşkere ye"

Haydar Şahin  | 11.03.2026 - Rojanekırın : 12.03.2026
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî: "Piyase bi ferq û kendalê herî mezin ê dîrokê ra rûbirû ne"

Arbil

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku rayedarên Amerîkayî "nûçeyên sexte belav dikin û piyaseyan manîpule dikin" û ev yek dê wan ji bandora êrîşan a li ser aboriyê xilas neke.

Eraqçî di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya şirketa Xê ya navend Amerîka da biwarê bandora êrîşên Amerîka-Îsraîlê ya li ser aboriyê daxuyanî dan.

Eraqçî bal kişand ku rayedarên Amerîkayî "nûçeyên sexte belav dikin û piyaseyan manîpule dikin" û ev rewş dê wan ji "tsunamiya enflasyonîst a li ser gelê Amerîkayê ferz dikin" xilas neke.

Eraqçî got ku piyase "bi ferq û kendalê herî mezin ê dîrokê ra rûbirû ne" û wiha nirxand, "Ev krîz ji yekûnê ambargoya petrolê ya Ereban a di 1973yan da, Şoreşa Îslamî ya Îranê ya di 1979an da û dagirkirina Kuweytê ji hêla Iraqê va ya di 1990î da mezintir e."

Eraqçî got, "Îdiaya niyeta Îranê hebû ku êrîşeke rêgir yan jî derbeyeke rêgir li Amerîkayê yan jî li hêzên Amerîkayê bixe, dereweke eşkere ye." û wiha domand:

"Takearmanca vê derewê, rewanîşandana 'operasyona xeletiya mezin' e ku ji hêla Îsraîlê va hatiye sêwirandin, bi pereyê Amerîkayiyên ji rêzê tê fînansekirin û maceraperestiyeke xeternak e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın