Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî ji AAyê ra: "Bi îhtimaleke mezin dê zêdebûna bihayê neftê bidome"

Tolga Akbaba  | 13.03.2026 - Rojanekırın : 14.03.2026
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî ji AAyê ra: "Bi îhtimaleke mezin dê zêdebûna bihayê neftê bidome"

Tahran

TOLGA AKBABA - Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî, destnîşan kir ku bi îhtimaleke mezin dê zêdebûna bihayê neftê bidome û anî ziman ku take berpisê vê rewşê DYA û Îsraîl e.

Eraqçiyê ku li Tehranê beşdarî Meşa Roja Qudsê bû li vê derê daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Eraqçî tekezî kir ku niha bihayê neftê gelekî zêde bûye û got, "Ji ber polîtîkayên DYA û Îsraîlê yên li herêmê, îhtîmal e ku di siberojê da bihabûn berdewam be."

Eraqçî bal kişand ser DYA û Îsraîlê û ew weke "yên ku herêmê ber bi karesatê va dikişînin" pênase kir û got "divê ew welat hesabê vê yekê bidin."

Eraqçî got, "Tevî êrîşên Îsraîl û DYAyê jî, "gelê me bi milyonan kes li kolanan e û wiha pê da çû:

"Ne tenê li Tehranê, lê li hemû bajaran, Komara Îslamî pabendbûna xwe ya bêdawî ji bo piştgiriya Qudsê, Filistîn û hemû îdealên ku em bi salan e diparêzin nîşan da. Bi îzna Xwedê, emê bi vê hêz û biryardariyê va berdewam bin û dijminên me dê neçar bimînin ku hêza gelê Îranê qebûl bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın