Wezîrê Karên Derva yê Îranê Eraqçî: "Hêzên me yên çekdar ên hêzdar dê dersa ku heq dikin bide êrîşkaran"
Ankara
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Eraqçî da zanîn ku şerê ku Îsraîll û Amerîka dijî Îranê dikin dijî hiqûqê ye û Hêzên Çekdar ên Îranê "dê dersa ku heq dikin bidin êrîşkaran."
Eraqçî di peyama xwe ya ji ser hesabê xwe yê platforma çapemenoya civakî ya şirketa Xê ya ku navenda wê Amerîka ye da got ku "Şerê ku Netanyahu û Trump dijî Îranê bi rê va dibin bêlasebeb , dereqanûnî û xeyrîmeşrû ye. Trump 'Pêşî Amerîka'yê guhert 'Pêşî Îsraîl'ê û ev jî her dem tê meneya 'Paşê Amerîka."
Wezîrê Îranî got ku "Hêzên me yên çekdar ên hêzdar ji bo vê rojê amade ne û dê dersa ku heq dikin bidin êrîşkaran."
- Êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên dijî Îranê û bersivên Îranê
Dema mizakereyên pêvajoya mizakereyê ya di navbera Îran û Amerîkayê da berdewam dikir Îsrîal û Amerîkayê sibehê êrîşên hevpar birin ser Îranê.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê dijî Îranê "êrîşên pêş dan destpêkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kir ku dijî Îranê "operasyoneke mezin" dan destpêkirin.
Di çarçoveya êrîşan da paytext Tehran, bajarên Îsfexan, Kerec, Qum, Tebrîz, Buşehr, Kirmanşah û Îlamê hedef hatin girtin.
Îsraîl û Îranê sehaya asîmanî girtin û li tevahiya Îsraîlê rewşa derasayî hat îlankirin, sîrenan lê xist. Berî êrîşên bersivê yên Îranê bo gelê Îsraîlê hişyariyên ji bo ku biçin sitargehan hatin dayîn.
Artêşa Îranê ragihand ku wek bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê bi dehan fuzeyên balîstîk û wesayîtên asîmanî yên bêmirov dijî Îsraîlê êrîş dan destpêkirin.
Îranê bi êrîşên fuzeyê di heman demê da baregehên Amerîkayê yên li welatên wekî Bahreyn, Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî, Kuweyt, Qeter û Urdinê hedef girtin û sîtola Amerîkayê ya li Bahreynê hat lêxistin.
