Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Şeybanî ji bo Ehmedê Sûrîyeyî yê ku rêgirî li êrîşa Sydneyê kir, hêvîya şîfayê xwest

Ahmet Karaahmet, Muhammed Karabacak  | 17.12.2025 - Rojanekırın : 17.12.2025
Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Şeybanî ji bo Ehmedê Sûrîyeyî yê ku rêgirî li êrîşa Sydneyê kir, hêvîya şîfayê xwest

Ankara

 Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Esed Şeybanî peywendiyeke telefonê digel Ehmed el Ehmedê Sûrîyeyî yê ku rêgirî li êrîşa Sydneyê kir û yek ji êrîşaran berteref kir, encam da û hêvîya şîfayê jê ra xwest.

AAyê gihîşt dîmenên Wezîrê Karên Derva Şeybanî ku bi telefonê li xizmek Ehmed el-Ehmed ra diaxive.

Di peywendiya ku hoparlor vekiriye tê encamdan da Şeybanî silavên Serokomar Ehmed Şera digihîne û hêviya şîfayê lê dike.

Di dema pêwendiya telefonê da, Ehmed got, "Spas ji bo pêwendiya we. Ji kerema xwe silavên min ji Serokomarê me (Ehmed Şera) ra bêjin. Xwedê tenduristî, hêz û serkeftinê bide we. Em miletekî aştîxwaz in."

Wezîr Şeybanî got, "Heke tiştekî pêwîst be, hûn dikarin bi vê hejmarê bi me ra têkilî daynin. Ez silavên taybet ên Serokomarê me dubare dikim."

Ehmed diyar kir ku di bûyerê da pênc gule lê ketine û di demek nêzîk da dê emeliyat bibe, daxwaza dueyan ji Şeybanî kir.

Ehmedê Sûriyeyê wiha pêdaçû:

"Em tenê hêviya dueyan ji we dikin. Di nêz da emê vegerin welatê xwe. Em dixwazin li ser vê axa ku zulm jê rabû, rûyê xweşik ên lehengan bibînin. Ji kerema xwe ra silavên min bigihîne Serokomarê me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.