Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Şeybanî diyar kir ku entegrasyon li gorî berjewendiyên gel ber bi pêş diçe
Damascus
Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Hesen Esad Şeybanî diyar kir ku pêvajoya entegrasyonê li gorî berjewendiyên gel ber bi pêş diçe.
Şeybanî li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê ya ku li Almanyayê hat lidarxistin, di rûniştina bi sernavê "Mayîna Yekbûyî Mumkin e? Paşeroja Sûriyeyê Piştî Şoreşê" da biwarê rojevê da nirxandin kirin.
Şeybanî qala geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê kirin û diyar kir ku piştî têkçûna rejima Esed, ew rûbirûyî gelek zehmetiyan bûn lêbelê wan li dijî van têkoşîn meşand.
Şeybanî bal kişand ku "ew HSDyê wekî dijmin nabînin" û ew "hevkar in ku di çarçoveya nasnameya neteweyî da xebata bi wan ra pêkan e."
Wezîr Şeybanî destnîşan kir ku pêvajoya entegrasyonê ya ku bi rêxistina terorê YPGyê ra tê meşandin, li gorî berjewendiyên gelê Sûriyeyê tê meşandin.
Şeybanî wiha got, "Helwesta hat nîşandan hem ji hêla Amerîkayê û hem jî ji hêla Tirkiyeyê hatibû pejirandin. Di vê mijarê da em bi xwe bawer in û ji polîtîkaya tê meşandin jî memnûn in."
Şeybanî her wiha got ku ew, pêvajoya entegrasyonê wekî garantiya paşeroja Sûriyeyê dibînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
