Dinya

Wezîrê Karên Derva yê DYAyê îdia kir ku heta îsraîl razî nebe dewleta Filistînê çênabe

Dildar Baykan Atalay  | 01.08.2025 - Rojanekırın : 01.08.2025
Wezîrê Karên Derva yê DYAyê îdia kir ku heta îsraîl razî nebe dewleta Filistînê çênabe

Ankara

 Wezîrê Karên Derva yê DYAyê Marco Rubio biryara naskirina Filistînê ya dewletên Rojavayî "bê eleqe" pênase kir û îdia kir ku "heta îsraîl razî nebe dewleta Filistînê çênabe."

Rubio di rêportaja xwe da ya ku da Radio Foxê derbarê polîtikaya derva nirxandin kirin.

Biryara naskirina Filistînê ya dewletên Rojavayî hat bibîrxistin û ji Rubio hat pirsîn, "DYA vê gavê çawa dibîne?" di bersivê da got,"Ev gaveke bê eleqe ye. Dbe ku hinek pê aciz bibin lêbelê bê eleqe ye. Wateya wê nîn e."

Rubio tekezî li piştevaniya DYAyê ya ji bo Îsraîlê kir û got "(Biryara askirina Filistînê) Ti ji van welatan jî nikare dewleteke Filistînî biafirîne. Heta îsraîl razî nebe dewleta Filistînê çênabe."

Rubio îdia kir ku dewletên ku biryar dane Filistînê nas bikin nizanin dewleta Filistînê dê li ku be û kî dê wê birêve bibe û got, "Ev biryar dê berevajî bibe."

Rubio her wiha dewletên ku biryar dane Filistînê nas bikin bi "hevkariya bi Hemasê ra" sucdar kir û got, "Di dawiya rojê da, aliyê Hemasê aliyê dewleta Filistînê ye, ji ber vê yekê hûn ji bo wan xelatekê diafirînin."

Rubio îdia kir ku daxuyaniya Îngiltereyê ya ku "heke heta îlonê agirbest çênebe ew ê dewleta Filistînê nas bike, dê zirarê bide danûstandinên agirbestê û ev biryar wekî "bêkêr" bi nav kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.