Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rubîo: "Amerîka piştgiriyê dide gelê wêrek yê Îranê"
Ankara
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo ragihand ku rêveberiya Amerîkayê piştgiriyê dide gelê Îranê ku di xwepêşandanên ji ber pirsgirêkên aborî bi rojan e li Îranê berdewam dikin.
Rubîo li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî X a şirketa Amerîkî da derbarê xwepêşandanên li seranserê Îranê da daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya xwe da Rubîo diyar kir, "Amerîka piştgiriyê dide gelê wêrek yê Îranê."
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kiribû ku ew ji nêz va çavdêriya xwepêşandanan dikin û wiha gotibû, "Ez ji rêberên Îranî ra dibêjim, çêtir e hûn guleya bernedin, ji ber ku em ê jî dest bi gulebaranê bikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
