Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Blînken êrîşa terorê ya li Moskovayê bi tundî şermezar kir
New York
Antony Blînkenê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê êrîşa terorê ya ku duh dijî hêwaneke konserê ya li Moskovaya paytextê Rûsyayê hat kirin bi tundî şermezar kir.
Blînken di daxuyaniya xwe ya nivîskî da sersaxî da xizmên kesên di êrîşê da jiyana xwe ji dest dan û got ku "Em her cure terorê şermezar dikin û dixwazin ragihînin ku bi gelê Ûris ê ku şîna vê bûyera hov digire ra di nav piştevaniyê da ne."
Blînken destnîşan kir ku Amerîka êrîşa terorê ya li Moskovayê bi tundî şermezar dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.