Dinya

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê: Çalakvanên fîloyê dê di nav şert û mercên "girtiyên terorîst" da bên girtin

Enes Canlı, Faruk Hanedar  | 03.10.2025 - Rojanekırın : 03.10.2025
Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê: Çalakvanên fîloyê dê di nav şert û mercên "girtiyên terorîst" da bên girtin

Quds

QUDIS (AA) - Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgir ê tundrew ê Îsraîlê Itamar Ben-Gvîr anî ziman ku çalakvanên ji Fîloya Sumûdê ya Kurewî ku ji bo veguhestina alîkariyên mirovî bo Xezeyê diçû, hatin girtin, dê li Girtîgeha Ketziotê ya ewlehiya şidandî, di nav şert û mercên "girtiyên terorîst" da bên girtin.

Televizyona Îsraîlê Kanal 14ê hinek dîmen weşandin ku Wezîr Ben-Gvîr li Girtîgeha Ketziotê ya li bajarê Beerşevayê ku çalakvanên ji Fîloya Sumûdê ya Kurewî jî tê da ne, digeriya.

Wezîr Ben-Gvîr wiha axivî:

"Em li Girtîgeha Ketziotê ne, ev endamên fîloyê piştevanên terorê ne, niha jî li girtîgeha ewledar tên girtin. Lîstik qediya. Ewê li vê derê digel terorîstan di heman şert û mercan da bin, ewê tulumên girtiyan li xwe bikin. Min soza vê dabû, niha jî em cîbicî dikin."

Bi heman şêweyî li hewşa ku çalakvanên Fîloya Sumûdê ya Kurewî tê da ne, tabloyek hat daliqandin ku li serê bi Erebî "Xezeya Nû" nivîsandiye û wêrankariya li Xezeyê dide nîşandan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.