Dinya

Wezîrê Edaletê yê Iraqê ragihand ku 5 hezar û 46 girtiyên DEAŞê ji Sûriyeyê anîne Iraqê

Haydar Şahin  | 12.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Wezîrê Edaletê yê Iraqê ragihand ku 5 hezar û 46 girtiyên DEAŞê ji Sûriyeyê anîne Iraqê

Ankara

 Wezîrê Edaletê yê Iraqê Xalid Şivanî ragihand ku ji endamên DEAŞa rêxistina terorê yên ku li Sûriyeyê girtîbûn, 5 hezar û 46 veguhastine Iraqê û pêvajo di qonaxa xwe ya dawî da ye û di demek nêz da ewê biqede.

Şivanî di daxuyaniyekê da ji bo medyaya Iraqê derbarê girtiyên DEAŞê yên ji Sûriyeyê bo Iraqê hatine veguhastin da agahî da.

Şivanî destnîşan kir ku piraniya girtiyên DEAŞê yên ku bo Iraqê hatine veguhastin piranî Sûriyeyî, ji 60 welatên cuda bûn.

Şivanî diyar kir ku ev kes li girtîgehên Bexdayê têne girtin, ne li girtîgehên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI).

- "Pêvajo îro yan sibê dê biqede"

Şivanî destnîşan kir, "Yên ku pêdiviya wan bi veguhastinê hebûn, ji bo Iraqê hatine veguhastin. Qonaxeke dawî maye; pêvajo îro yan sibê dê biqede."

Şivanî anî ziman ku veguhastina endamên DEAŞê ji Sûriye û Herêma Kurdistana Iraqê bo Bexdayê di bin berpirsiyariya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî da tê kirin û got ku ekîbeke ewlehiyê ya hevbeş ku ji hêzên Iraqî, Sûriyeyî û Amerîkî pêk tê hatiye damezrandin.

Derbarê hejmara girtiyên DEAŞê yên ku ji bo Iraqê hatine veguhastin da Şivanî diyar kir, "Heta niha 5 hezar û 46 kes hatine veguhastin; ev hejmar dibe ku bigihêje 6 hezarî."

Serokê Beşa Medyayê ya Ewlehiya Iraqê Korgeneral Saad Maan berî niha ragihandibû ku Iraqê bi rêya bejahî û asîmanî 2 hezar û 250 endamên DEAŞê ji Sûriyeyê teslîm girtine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın