Dinya

Wezîrê Derve yê Hollandayê Veldkamp ku daxwaza wî ya zêdekirina mueyyideyên li ser Îsraîlê hat sekinandin îstifa kir

Selman Aksünger  | 23.08.2025 - Rojanekırın : 23.08.2025
Wezîrê Derve yê Hollandayê Veldkamp ku daxwaza wî ya zêdekirina mueyyideyên li ser Îsraîlê hat sekinandin îstifa kir

Netherlands

 Wezîrê Derve yê hikûmeta berwext a Hollandayê Caspar Veldkamp ku daxwaza wî ya zêdekirina mueyyideyên li ser Îsraîlê ji aliyê hevbeşên wî yên hevpeymana wî va hat sekinandin, îstîfa kir.

Wezîrê Derve yê hikûmeta berwext a hevpeymaniyê ya Hollandayê Veldkampê ji Partiya Peymana Civakî ya Nû (NSC) ji ber ku partî û wezîrên din ên di kabîneyê da li hember daxwaza wî ya zêdekirina mueyyideyên li ser Îsraîlê derketin, îstifa kir.

Veldkamp piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da rojnamevanan û got, "Weke kabîneyê jixwe me (li hember Îsraîlê) gelek gav avêtin. Pêdivê Hollanda ji ne şermezar be. Ji bo daxwaza min zêdekrina mueyyideyan li ser Îsraîlê, ji ber tiştên ku li bajarê Xezeyê û Şerîeya Rojava diqewimin, ji aliyê endamên kabîneyê va zext li min hat kirin."

Veldkamp anî ziman ku ji ber zextên ji wezîr û partiyên din ên di Kabîneyê da, rê li ber wî tê girtin ku karê xwe bike û got, "Ez ne bawer im ku ev rewş di meh û salên pêş da biguhere. Ez niha diçim malê û nameyek îstifayê dinivîsim."

Li gorî nûçeya NOSê ku çavkanî weke NSC nîşan da, piştî îstifaya Veldkamp, ​​wezîrên din ên NSCê yên di hikûmetê da jî biryar dan ku îstifa bikin.

Di nava hikûmeta berwext da jibilî Veldkamp, ji NSCê cîgirekî serokwezîr, 3 wezîr û 4 wezîrên dewletê jî cih digirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın