Dinya

Wezîrê Derva yê Amerîkayê Rubîo diyar kir ku ji bilî serkeftina agirbestê tu rêyeke din tuneye

Faruk Hanedar  | 24.10.2025 - Rojanekırın : 24.10.2025
Wezîrê Derva yê Amerîkayê Rubîo diyar kir ku ji bilî serkeftina agirbestê tu rêyeke din tuneye

Quds

 Wezîrê Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo diyar kir ku plana agirbestê ya heyî tekane plan e û destnîşan kir ku ji bilî serkeftinê tu rêyeke din tuneye.

Rubîoyê ku di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya çend rojî da li Îsraîlê têkilî danî, li navenda ku ji hêla Amerîka û Îsraîlê va li Kiryat Gata bajarê Îsraîlê ji bo bicîhanîn û şopandina agirbesta li Xezeyê hatiye avakirin, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo peymana agirbestê ya heyî û pêvajoyê nirxand û wiha got, "Plana agirbestê ya heyî plana herî baş e. Em nikarin behsa Plana Byê ya li ser maseyê bikin. Ev ew plan e ku di agirbestê da serkeftî derketiye holê û pêkanîna wê roj bi roj baştir dibe. Ji bilî bidestxistina serkeftinê tu rêyeke din tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.