ANKARA
Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek biryar da ku milyarek û 262 milyon lîreyê ku ji bo cotkaran hatibû veqetandin, di çarçoveya alîkariya ji ziraetê belavkirin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê Şîmşek ji bo meha adarê biryar da ku milyarek û 262 milyon lireyê ku di budçeya Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê da ye, di çarçoveya alîkariya ji ziraetê li cotkaran bê belavkirin.
Di vê çarçoveyê da wê ji bo alîkariya ziraetê 862 milyon lîre, ji bo ferqê 155 milyon lîre, ji bo heywandariyê 55 milyon lîre, ji bo sîgorteya ziraetê 150 milyon lîre, ji bo mesrefên çandinê 10 milyon lîre û ji bo alîkariya pêşketina çolterî jî 15 milyon lîre bê belavkirin.
Digel vê 15 milyon lîre jî ji bo emilandina tovê bisertîfîka hatiye veqetandin û wê bi tevahî milyarek û 262 milyon lîre alîkariya ziraet çandiniyê were dayîn.