Dinya

Wezîr Fîdan: "Di serdana Serokomarê me ya Iraqê da ji bo îmzekirina ji 20î zêdetir peymanan hevdîtinên ewil temam bûn"

Can Efesoy, Muhammet Nazım Taşcı, Muhammet Tarhan  | 22.04.2024 - Rojanekırın : 22.04.2024
Wezîr Fîdan: "Di serdana Serokomarê me ya Iraqê da ji bo îmzekirina ji 20î zêdetir peymanan hevdîtinên ewil temam bûn"

Ankara

 Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan der barê serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya Iraqê ya sibê da got: "Di serdana Serokomarê me ya Iraqê da ji bo îmzekirina ji 20î zêdetir peymanan hevdîtinên ewil temam bûn."

Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Morîtanyayê Mihemed Salim Merzuk ra li Stenbolê hevdîtinek pêk anî û paşê jî daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Wezîr Fîdan der barê ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya Iraqê da wiha got: "Armanca me ew e ku em têkiliyên îstiqrara herêmê, dewlemendî û geşepêdanê pêk bînin ava bikin. Bi vî awayî çi ji destê me tê em ê bikin."

Fîdan bal kişand ser xebatên ku demeke dirêj e di warên ewlekarî, vejen, çandinî, av, tenduristî û perwerdeyê da tên kirin û wiha axivî: "Di serdana Serokomarê me ya Iraqê da ji bo îmzekirina ji 20î zêdetir peymanan hevdîtinên ewil temam bûn. Sibê înşallah dema ku ew li wir be, ev peyman wê li hizûra serokên siyasî wê bên îmzekirin."

Fîdan got Erdogan wê di çarçoveya ziyaretê da here Hewlêrê jî.

Wezîr Fîdan got Erdogan wê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya es-Sudanî ra jî hevdîtinê bike û paşê peyman wê bên îmzekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.