Haydar Şahin
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ji bo teslîmkirina S-400 a sîstema parastina hewayê got, "Di hevdîtina dawîn da ji devê Rûsyayê Hezîran derket lêbelê çûyînû û hatina ji bo wê felan jî xebateke din e."
Akar ji bo beşdarî TAİK-ATCya Konferansa Salane ya Hevpar a cara 37an e bi destê Konseya Amerîkan-Tirk û DEİKa Konseya Hevkariya Tirkiye û Amerîkayê ya Kar tê lidarxistin bibe hat Washîngtonê û li vê derê bi rojnemavanan ra hat ba hev û pirsên li ser rojevê bersivand.
Wezîr Akar diyar kir ku têkiliyên Tirkiye û Amerîakyê bi salan e dewam dikin, hem di qada eskerî da hem jî di qadên kar da hevkarî dewam dike.
Akar hin pirsgirêk bi bîr xistin û got, "Van pirsgirêkan kesekê din çareser nake em ê çareser bikin. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan xebatên me bênavber dewam dikin. Hêviya me ew e ku di pêşerojê da çareseriyên van pirsgirêkan yê werin dîtin."
Akar bal kişand ser diyaloga di navbera herdu welatan da û wiha pê da çû: "Hin caran şaş tên fehmkirin, şaş tên qalikirin. Hin caran ev tebiî dibin hin caran jî bi zanatî kaşî aliyên in dikin. Hin agahî kêm tên dayîn. Dibe ku siyasetmedar û senator hûrgiliyên gelek mijaran nebînin. Ev hûrgilî jî li ser biryarê tesîreke mezin dihêlin."
Wezîr Akar bal kişand ku Tirkiye bi tehdîda fuzeyan ra rû bi rû ye û wiha axivî: "Em ji bo vê, sîstema parastina hewayê û fuzeyan dixwazin ev jî xebateke tebiî ye. Ev mijara desthiladarî, serxwebûn, ewlekarî û parastinê ye."