Dinya

Wezîr Akar bi Fayîz es-Serracê Serokê Konseya Serokatiya Libyayê ra axivî

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Fayîz es-Serracê Serokê Konseya Serokatiya Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya Libyayê mutabaqata di navbera Tirkiye û Libyayê da hat îmzekirin û meseleyên eskerî û ewlehiyê gotûbêj kirin.

Nihat Kavşut  | 14.12.2019 - Rojanekırın : 15.12.2019
Wezîr Akar bi Fayîz es-Serracê Serokê Konseya Serokatiya Libyayê ra axivî

Ankara

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar bi Fayîz es-Serracê Serokê Konseya Serokatiya Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya Libyayê ra axivî.

Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler li Dohaya paytextê Qeterê beşdarî Foruma Dohayê ya 19emîn bû.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar piştî rûniştina vekirinê ku ji xeynî gelek rayedarên dewletan Emirê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hamed Al Sanî jî beşdar bû hin hevdîtin kir.

Akar di Foruma Dohayê ya 19emîn da bi Fayîz es-Serracê Serokê Konseya Serokatiya Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya Libyayê ra axivî ku Sererkan Orgeneral Yaşar Guler jî di hevdîtinê da amade bû.

Hulusî Akar û Serrac Muxtiraya Mutabaqatê ya Sînorkirina Destûrê ya Qadên Behrê ku di navbera Tirkiye û Libyayê da hat îmzekirin û meseleyên eskerî û ewlehiyê gotûbêj kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.