Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê: Di êrîşên Îsrîalê da jimara kuştiyan derket 634an, jimara birîndaran derket 1586an
Beyrut
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kir ku jimara kesên ku di êrîşên Îsraîl ji 2yê adarê vir va dibe ser Libnanê da hatin kuştin 64 zêde bû û derket 634an, jimara birîndaran jî derket 1586an.
Êrîşên giran ên ku Îsraîl ji 2yê adarê va dibe ser Libnanê dewam dikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Birêvebiriya Xetereya Afetê ya Neteweyî ya Libnanê ya ku Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê lê cî digire da hat diyarkirin ku jimara kesên ku di êrîşên Îsraîl ji 2yê adarê vir va dibe ser Libnanê da hatin kuştin 64 zêde bû û derket 634an, jimara birîndaran jî derket 1586an.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku her wiha ji 2yê adarê va heta niha 816 hezar û 700 kesî serî li navendên êwirînê dan.
Agahî hat dayîn ku 580 navendên êwirînê hatin vekirin û 125 hezar û 800 kes lê hatin bicîkirin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe ya berê da ragihandibû ku jimara kesên ku di êrîşên Îsraîl ji 2yê adarê vir va dibe ser Libnanê da hatin kuştin derket 570yan, jimara birîndaran jî derket 1444an.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagîriya bejayê berfireh bike.
