Dinya

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê: Me cenazeyê 30 Filistîniyên din jî ji Îsraîlê wergirt

Mahmut Geldi  | 16.10.2025 - Rojanekırın : 16.10.2025
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê: Me cenazeyê 30 Filistîniyên din jî ji Îsraîlê wergirt

Istanbul

 Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku di çarçoveya peymana agirbest û danûstendina dîlgirtiyan da li Xeta Xezeyê cenazeyên 30 Filistîniyan ji Îsraîlê hatine wergirtin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Telegramê yê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê da hate dayîn, hat destnîşankirin ku bi rêya tîmên Rêxistina Xaça Sor ya Navdewletî (ICRC) cenazeyên 30 Filistîniyan ji Îsraîlê hatine wergirtin û anîn Xezeyê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku duh û pêr jî cenazeyên 90 kesan ji Îsraîlê hatibûn wergirtin û bi vî awayî bi tevahî cenazeyên 120 kesî ji aliyê Îsraîlê va hatine vegerandin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li ser cenazeyan şopên derbkirinê, êşkence û şopên ku dest û çavê wan demek dirêj girêdayî mane hebûn û heta niha 4 cenaze ji hêla xizmên wan va hatin teşxîskirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo teşxîskirina cenazeyên Filistîniyan xebatên tibî yên hewce dê bên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.