Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê li Heleb, Dêrazor û Reqayê dawî li rewşa derasayî anî
Syria
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê dawî li rewşa derasayî ya ku piştî rageşiya eskerî ya di navbera hikûmet û YPG/HSDya rêxistina terorê da li Heleb, Dêrazor û Reqayê hat îlankirin, anî û ragihand ku derbasî pêvajoya başbûnê bûn.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da ragihand ku rewşa derasayî ya ku piştî rageşiya eskerî ya di navbera hikûmet û YPG/HSDya rêxistina terorê da nîvê meha rêbendanê li Heleb, Dêrazor û Reqayê hat îlankirin, hat bidawîanîn û derbasî pêvajoya başbûnê bûn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di heyama pêş me da dê dêhna xwe bidin ji nû va tesîskirina xizmetên tenduristiyê yên bingehîn û pêkanîna domdariyê û di vê çarçoveyê da bi taybetî dê dêhna xwe bidin xizmetên tenduristiyê yên di merhaleya yekemîn da, bernameyên aşîkirina neteweyî, xizmetên tenduristiya dayik û zarokan û xizmetên tenduristiyê yên ji bo îxtiyaran.
Hat gotin ku ekîbên Navenda Operasyona Rewşa Acîl li Heleb, Dêrazorê û Reqayê bajaroka Dêr Hafirê ziyaretên sehayê dikin.
Hat ragihandin ku di van ziyaretan da rewşa binesaziya tenduristiyê tê nirxandin, piştgiriyê didin personelûn tenduristiyê yên peywirdar û kordînasyona bi midûriyên eleqedar ra tê xurtkirin, bi vî awayî hedef dikin ku di pêvajoya midaxeleya acîl da derbasî derbasbûneke bi rêk û pêk bibin.
Wezaretû her wiha diyar kir ku dê teqîba di qada tenduristiyê ya da li herêmên cuda yên welêt bê şopandin û bi taybetî li Hesekê, Qamişlo û Eynulerebê (Kobanê) girîngiyeke taybet bê nîşandan û bi lez midaxeleyî geşedanên tenduristiyê yên muhtemel bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
