Dinya

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê: Hemû nexweşxaneyên li bakurê Xezeyê êdî nikarin xizmetê bidin

Mustafa M. M. Haboush, Hacer Başer  | 21.11.2023 - Rojanekırın : 22.11.2023
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê: Hemû nexweşxaneyên li bakurê Xezeyê êdî nikarin xizmetê bidin

Gazze

 Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku hemû nexweşxaneyên li bakurê Xeta Xezeyê êdî nikarin xizmetê bidin û ji bo texliyekirina nexweşên li Nexweşxaneya Endonêzyayê ya di bin eblûqeyê de digel Neteweyên Yekbûyî (NY) di nav kordîneyê de ne.

Berdevkê Wezaretê Eşref Qudra di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku 200 personelên tenduristiyê, 400 birîndar û refeqetkarên wan û 2 hezar jî yên ku xwe spartine vê derê, bi tevahî 2 hezar û 600 kes li Nexweşxaneya Endonezyayê ya dorpêçkirî ne.

Qudra anî ziman ku ji bo texliyeyê ew digel NYê di nav kordîneyê de ne û diyar kir ku duh jî gelek kes ji nexweşxaneyê reviyan, lê hêzên Îsraîlê rasterast ev kes kirin hedef û kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.