Dinya

Wezareta Petrolê ya Iraqê: Ji ser Bendera Ceyhanê ra îxrackirina petrola Kerkûkê jinûva dest pê kir

Haydar Karaalp  | 18.03.2026 - Rojanekırın : 18.03.2026
Wezareta Petrolê ya Iraqê: Ji ser Bendera Ceyhanê ra îxrackirina petrola Kerkûkê jinûva dest pê kir

Baghdad

 Iraqê ragihand ku ji ser Bendera Ceyhanê ra îxrackirina petrola Kerkûkê jinûva dest pê kir ku ew qederek bû hatibû rawestandin.

Ji Wezareta Petrolê ya Iraqê der heqê mijarê da daxuyaniya nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, di çarçoveya telîmata Serokwezîr Mihemed Şiya es-Sûdanî da ji ser Bendera Ceyhanê ra îxrackirina petrola xam jinûva hat destpêkirin ku qederek bû hatibû rawestandin.

Hat diyarkirin ku ev gav di çarçoveya rêkeftina hikûmeta federal û Herêma Kurdistana Iraqê (KHI) da pêk hat û bi vî awayî xeteke herî giring a îxracata Iraqê ya strarejîk jinûva ket fealiyetê û ev yek jî pergala îxracata petrolê xurttir dike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın