Dinya

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê: Agirbesta bi YPGyê ra 15 rojan hat dirêjkirin

Enes Canlı, Mahmut Geldi  | 25.01.2026 - Rojanekırın : 25.01.2026
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê: Agirbesta bi YPGyê ra 15 rojan hat dirêjkirin

Damascus

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku agirbesta bi YPGya rêxistina terorê ra ji 24ê Çileya Paşîn pê va ji bo 15 rojan hatiye dirêjkirin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, di daxuyaniyekê da ku li ser Xa hesabê medyaya civakî yê şîrketeke DYAyê belav kir, derbarê peymana agirbestê ya nû ya bi YPGya rêxistina terorê ra hatiye kirin de agahî da.

Di daxuyaniyê da hat nîşandan ku agirbest ji bo 15 rojan hatiye dirêjkirin û wiha hat gotin:

"Em radigihînin ku em dema rawestandina hemî operasyonên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ji 24ê Çileya Paşîn a 2026an, saet 23:00an şûn da ji bo 15 rojan dirêj dikin."

Di daxuyaniyê da bal bo sedema dirêjkirina agirbestê bi YPGya rêxistina terorê ra hat kişandin û hat gotin ku ev ji ber veguhestina girtiyên DEAŞê ji zindanên di bin kontrola YPGê da bo Iraqê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.