Dinya

Wezareta Karên Derva: Îsraîl beriya ku ragihîne, li dijî Refahê êrîş da destpêkirin

Qais Omar Darwesh Omar, Esat Fırat  | 19.03.2024 - Rojanekırın : 20.03.2024
Wezareta Karên Derva: Îsraîl beriya ku ragihîne, li dijî Refahê êrîş da destpêkirin Artêşa Îsraîlê li bajarê Refahê êrîş li dar xistin

Ramallah

 Wezareta Karên Derva ya Filistînê daxuyand, artêşa Îsraîlê "tu daxuyanî neda û li benda destûra tu kesî nema" û li dijî bajarê Refahê yê li başûrê Xeta Xezeyê êrîş da destpêkirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezaretê hat dayîn, Îsraîlê ji duh êvarê pê va li dijî Refahê êrîşeke esmanî ya talanker da destpêkirin û gelek Filistînî di êrîşê da hatin kuştin. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Îsraîlê li dijî bajarê Refahê êrîşa xwe da destpêkirin û ji bo ku rastî bertekên navneteweyî jî neyê, ev ranegihand û li benda destûra tu kesî jî nema."

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji milyonekî zêdetir kesan xwe spartiye bajarê Refahê û Îsraîl guh nade van merivan û bangewaziyên navneteweyî, di dema ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken Erebistana Siûdî û Misrê ziyaret dike da van êrîşan dest pê kir.

Balafirên şer ên Îsraîlê duh bi şev êrîşî çendîn herêmên bajarê Refahê kir, jin û zarok jî tê da 14 Filistînî hatin kuştin, gelek kes birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın